Kurdekî li Fransayê bawernameya efserê polîs bi dest xist

Yekem care Kurdek li Fakulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê beşdarî xula gihandina efserê polîs bû û bawername wergirt.

29 Hezîran 2022 - 05:00
29 Hezîran 2022 - 05:00
 0
Kurdekî li Fransayê bawernameya efserê polîs bi dest xist

Hawrê Mihemed Umer weke yekem Kurd beşdarî xula gihandina efserê polîs ya Faulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê û bi awayekî serkeftî bawername bi dest xist.

Fakulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê her sal ligel vekirina her xulekê ji bo gihandina efserên xwe, 16 efserên din jî ji welatên cuda cuda bang dike, da ku beşdar bibin û di dawiyê de jî bawernameya derçûnê pêşkêşî beşdaran dike.

Ji bo îsal jî di 73yemîn xula rahênan û gihandinê ya fakulteyê de, bi hevahengiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Fransayê, Hawrê Mihemed Umer beşdarî xulê bû û bawername bi dest xist.

Ev nûçe bi tevahî 686 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:54:51