Li Agiriyê erdhej çêbû

Erdhejekê bi hêza 4.3 pileyê rîxter îro parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê hejand.

11 Avrêl 2023 - 12:27
11 Avrêl 2023 - 12:27
 0
Li Agiriyê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, ku îro li Agirî ya Bakurê Kurdistanê erdhej çêbûye.

Li gor AFADê, erdhejekê îro saet 13:30an navçeya Bazîd a Agiriyê hejandiye.

Hatiye ragihandin, ku navenda erdhejê li navçeya Mako ya li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û kûrahiya wê jî 7 kîlometre di bin erdê de bûye.

Li gor AFADê, hêza erdhejê 4.3 pielyê rîxter bûye.

Ev nûçe bi tevahî 912 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:24:35