Li Amedê dadwerek li mala xwe mirî hat ditîn

Li Ameda Bakurê Kurdistanê dadwerek li mala xwe mirî hat ditîn.

1 Cotmeh 2024 - 07:03
1 Cotmeh 2024 - 07:03
 0
Li Amedê dadwerek li mala xwe mirî hat ditîn

Serokê 11emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê Murat Ozcanê 42 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan ji doh ve agahî Murat Ozcan nedihatin wergirtin.

Dema ku hevkarên wî agahî jê wernegirtin, agahiya polîsan pê xist.

Li ser vê yekê polîs çûn mala Ozcan û li malê rastî termê wî hatin.

Ji bo otopsiyê termê Ozcan birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Heta niha sedema mirina wî nayê zanîn û dê piştî otopsiyê sedema mirina wî eşkere bibe.

Her wiha hate ragihandin ku Serdozgerê Komerê yê Amedê jî ji bo otopsiyê çûye Saziya Bijîşkî ya Dadî.

 

Ev nûçe bi tevahî 435 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:17:55