Li Çewlîgê otomobîlek firiya gelî: 4 mirî, 5 birîndar
Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtek firiya gelî, 4 kes mirin û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Qezayê doh bi şev li nêzîkî gundekî navçeya Dara Hênê rû da.
Wesayîta bi şofêriya Mehmet Akgonul ji bilindahiya nêzîkî 600 metreyî firiya gelî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman di lêkolînan de tesbît kir ku li cihê bûyerê 4 kes mirine.
Kesên ku di qezayê de mirine Hasan Bîngol, Osman Aslan, Barış Ayvaz û şofêr Mehmet Akgonul in.
Tîmên tenduristiyê birîndarên bi navên Î.A., C.T., B.A., M.A. û A.B. bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 5 birîndaran giran e û metirsiya li ser jiyana wan berdewam dike.
Nûvekirina herî dawî: 11:33:31













































































































































































