CENTCOM: Îranê ji naverasta meha Tîrmehê ve petrol hinarde nekiriye
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan li Tengava Hurmizê serkeftineke mezin bi dest xistiye.

CENTCOMê diyar kir ku wan rêyên navneteweyî ji wan mayînên deryayî paqij kirine ku ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hatibûn çandin.
CENTCOMê her wiha da zanîn ku ji destpêka dorpêça deryayî ve Îranê nikaribûye petrolê hinarde bike.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di peyameke vîdeoyî de li ser agahiyên dawî yên operasyonên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn axivî.
Brad Cooper eşkere kir ku 50 hezar leşkerên Amerîkayê li herêmê ne û got ku ew leşker mijûlî pêkanîna dorpêça deryayî ya li dijî Îranê û parastina ewlehiya keştivaniyê ne.
Paqijkirina "otobana" keştiyan
Fermandar Cooper da zanîn ku tîmên wan ên taybet bi hevkariya hêzên deryayî û asmanî, "Pergala Cudakirina Trafîkê" ya li Tengava Hurmizê ji mayînên Îranê paqij kiriye.
Cooper ew rêyên deryayî wekî "otobana keştiyan" pênase kir û anî ziman:
"Îro rêyên navneteweyî vekirî ne û çûn û hatina keştiyan li wan zêde dibe."
Fermandarê CENTCOMê li ser bandora operasyonan a li ser bazara enerjiyê jî diyar kir:
"Di mehên borî de me alîkariya derbasbûna nêzîkî 1500 keştiyên bazirganiyê kir."
"Îranê petrol hinarde nekiriye"
Cooper destnîşan kir ku dorpêça li ser Îranê gelekî bandor kiriye û got:
"Îranê ji naverasta meha Tîrmehê ve petrol hinarde nekiriye.
Ti keştî bêyî destûra me neçûne nav benderên Îranê û jê derneketine, tenê ji bo sedemên mirovî me rê daye hinek keştiyan."
Li gorî gotinên Fermandarê CENTCOMê, Amerîka bi zêdetirî 20 keştiyên cengê û bi sedan balafiran çavdêriya herêmê dike.
Di vê demê de hêzên Amerîkayê rê li ber 75 keştiyan girtiye ku xwestine dorpêçê bişikînin.
Her wiha wan 3 keştî jî ji ber ku pêbendî rêkaran nebûne ji kar xistine.
Brad Cooper di dawiya peyama xwe de spasiya leşkerên welatê xwe kir û ragihand ku hêzên CENTCOMê ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê û aramiya rêyên deryayî yên navneteweyî bi biryardarî xebatên xwe didomînin.
Nûvekirina herî dawî: 11:36:18









































































































































































