Li Çewlîkê êrişa bi rûketî

Li bajarê Çewlîk a ku dikeve Bakurê Kurdistanê li dijî hêzên milîsên xwecihê yên Tirkiyê lihember Gundparêza, êrişa bi roketî pêk hat.

20 Tîrmeh 2017 - 09:52
20 Tîrmeh 2017 - 09:52
 0
Li Çewlîkê êrişa bi rûketî

Li gorî agahiyan, êriş li gundeke ser bi navçeya Dara Hênê ya ser bi parêzgeha Çewlîk a Bakurê Kurdistanê qewimiye.

Medyayên Tirkiyê ragihandin, ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ew êrişa bi roketî pêk anîne.

Herwiha hatiye gotin, ku êriş li ser rêya Amed-Çewlîkê û li dijî xaleke ewlehiyê ya hêzên Gundparêz hatiye encamdan.

Di encama êrişê de, 2 hêzên Gundparêz birîndar bûne.

Piştî êrişê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li deverê hatin zêdekirin û rêkarên tundên ewlehiyê jî hatin cîbicîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2032 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:47:12