Li Colemêrgê kesek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin

Li navçeya Geverê ya Colemêrya ya Bakurê Kurdistanê kesek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin.

18 Adar 2023 - 05:20
18 Adar 2023 - 05:20
 0
Li Colemêrgê kesek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin

Li gor zanyariyan roja Înê 17ê Adara 2023an li ser rêya Gever-Bajêrganê li nêzî bendava Dilimliyê kesek bi awayekî ku gule li serê wî ketiye di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin.

Hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û piştî pişkinînan destnîşankirin ku ew kes welatiyê 29 salî M.D ye.

Hat ragihandin ku gulleyek li serê welatiyê navborî hatiye xistin û bi wê guleyê hatiye kuştin.

Termê welatiyê 29 salî bo karûbarên otopsiyê bo nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat rakirin.

Ev nûçe bi tevahî 657 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:01:17