Li Dêrikê bi ser malekê de girtin: Zarokeke 4 salî û dêya wê hatin kuştin
jarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekê êrişî malekê hat kirin. Di êrişê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekê êrişî malekê hat kirin. Di êrişê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Çavkaniyên xwecihî yên li Dêrikê ji ajansa Rûdawê re ragihand, bûyer ji ber nîqaşa li ser mêşên hingiv derketiye.
Li gorî zanyariyên çavkaniya ewlehiyê, Xebat Şikuhiyê ji gundê Til Xenzîrê yê Dêrikê, êrişî mala cîranê xwe Mihemed Xelîl Hesam kiriye.
Mala Mihemed Xelîl Hesam li taxa Zoravayê ya li ser rêya gundê Gerdemiyê ye.
Çavkaniyê li ser sedema êrişê diyar kir, Xebat Şikuhî ji bo rêgirtina li mêşên hingiv ên cîranê xwe dîwarek ava kiriye û piştî vê yekê di navbera wan de nîqaş derketiye.
Nîqaşa ku doh dest pê kiribû, bi navbeynkariya cîranan hatibû çareserkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, derdora saet 23:00an, Xebat Şikuhî bi pîkapeke spî û keleşnîkovekê vegeriyaye û rasterast gule li mala cîranê xwe reşandine.
Di encama êrişê de, keça Mihemed Xelîl Hesam a 4 salî Nalîn Hesam û cîrana wan Hesne Newaf Omera 35 salî ya ku li wir mêvan bû mirin.
Bavê zarokê Mihemed Xelîl Hesam jî ji milê xwe birîndar bû û ji bo tedawiyê hat veguhastin Qamişloyê.
Çavkaniyê destnîşan kir ku êrişkar Xebat Şikuhî piştî bûyerê reviyaye.
Hêzên Asayîşê û beşa lêkolîna tewanan ji bo desteserkirina wî dest bi lêgerînê kir.
Nûvekirina herî dawî: 02:25:35









































































































































































