Li Dihokê dronan 2 otomobîl bombebaran kirin

Li nêzîkî gundekî navçeya Amêdiyê ya Dihokê 2 otomobîlên ku tê îdiakirin ên PKKyê ne, bûne armanca êrişên dronan.

12 Çile 2024 - 11:36
12 Çile 2024 - 11:36
 0
Li Dihokê dronan 2 otomobîl bombebaran kirin

Îro saet derdora 13:20an 2 otomobîlên PKKyê li ser rêya gundê Dêreşê ya navçeya Amêdiyê, ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ku ji ajansa Rûdawê re axivî û xwest navê wî were eşkerekirin ragihand ku PKKyiyên di otomobîlan de canê xwe ji dest daye.

Her du otomobîl li nêzîjî gundê Dêreşê ku 5 kîlometre dûrî navçeya Amêdiyê ye hatin bombebarankirin.

Êrişa ku li nêzîkî navenda bajêr pêk hat di nava gel de bû sedema tirs û xofê.

Li aliyê din di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê ya li ser bombebaranê de hat destnîşankirin ku 2 otomobîlên ku cebilxane tê de bûn li nêzîkî gundê Dêreşê bûne armanca dronên artêşa Tirkiyeyê û 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Derbarê êrişê de heta niha ti daxuyaniyek fermî ne ji aliyê PKKyê û ne jî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve nehatiye dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 723 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:29:56