Li Êlihê dê û bav û keç û kur hatin kuştin
Li navçeya Qubînê ya Êliha Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de dayîk, bav û 2 zarokên wan hatin kuştin.

Parêzgariya Êlihê ragihand ku şeva borî saet 22:55an li ser rêya gundê Newalê yê navçeya Qubînê hinek kesên ku nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin bi çekan êrişî otomobîla wê malbatê kiriye.
Zarok 5 û 9 salî ne
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê de M.Ş. û hevjîna wî T.Ş., keça wî E.Ş. (9 salî ye) û kurê wî A.Ş. (5 salî ye) mirine.
Parêzgariya Êlihê di daxuyaniya xwe de got:
"Derbarê bûyerê ji aliyê serdozgeriya komarê ve dest bi lêpirsîna dadî hatiye kirin û yekîneyên me yên ewlehiyê jî bi lez dest bi xebatên ji bo ronîkirina bûyerê kiriye.
Dê li ser pêşhatan çapemenî û raya giştî werin agahdarkirin."
Term ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Tîmên lêkolînanan, li ser otomobîla ticarî ya sivik a bi plakaya 72 EK 339 a ku rastî êrişa çekdarî hatibû jî lêkolîn kirin.
4 kes hatin desteserkirin
Parêzgariya Êlihê vê sibehê jî destnîşan kir ku 4 gumanbar hatine desteserkirin û kar û barên wan ên ji bo îfadewergirtinê didomin.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:16