Mesrûr Barzanî: Em pabendî pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî ne
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmareke kesatiyên Aşûrî yên şêniyên Amerîkayê kir û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên hemî pêkhateyan û zêdetir pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî li Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 15ê Îlona 2025ê) pêşwaziya hejmareke kesatiyên Aşûrî yên şêniyên Amerîkayê kir, ku Serokê Dezgeha Aşûrî ya Dadperweriyê Sam Dermo serokatiya wê dikir.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê şandê di wê hevdîtinê de rewşa pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî li Herêma Kurdistanê pesinand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî “pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên hemî pêkhateyan û zêdetir pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî li Herêma Kurdistanê tekez kir.”
Nûvekirina herî dawî: 19:13:35