Li Êlihê qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Parêzgariya Êlihê ragihand ku li seranserî bajêr bo dema 10 rojan hemû çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Qedexeyên Tirkiyê yên bi hincetên cuda li parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam in.
Parêzgariya Êlihê li Bakurê Kurdistanê ragihand, ku ji îro ve li sînorê wê parêzgehê qedexe hatiye ragihandin
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Êlihê ji îro Çarşembê 10ê Tebaxa 2022ê û pê ve hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku biryara qedexeyê bi armanca “parastina prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, asayîşa xelkê û aramiyê, rêgirtin li binpênekirina maf û azadiyên kesên din, rêgirtin li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li bûyerên civakî” hatiye dayîn.
Nûvekirina herî dawî: 12:43:32