Li Hewîceyê DAIŞê êrîşî xaleke Heşda Şeibî kir

Li sinorê qezaya Hewîceyê ya girêdayî Parêzgeha Kerkûkê, du çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîş kir ser xaleke leşkerî ya hêzên Heşda Şeibî û kamerayeke çavdêriyê şkand.

7 Cotmeh 2026 - 10:37
7 Cotmeh 2026 - 10:37
 0
Li Hewîceyê DAIŞê êrîşî xaleke Heşda Şeibî kir

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand ku di saetên borî de du çekdarên girêdayî rêxistina DAIŞê bi motosîkletekê êrîşî nuqteyek leşkerî ya Hêzên Heşda Şeibî li derdora qezaya Hewîceyê kirine.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran daye, çekdarên DAIŞê di êrîşê de kamerayeke termal a girêdayî Fawca Duyem a Lîwaya 61emîn a Heşda Şeibî kirine hedef û ew kameraye pûç kirine.

Çavkaniyeke ewlehiyê jî ji Kurdistan24ê re piştrast kir ku di encama êrîşê de tu kes nehatiye kuştin an jî birîndar nebûye. Li gorî çavkaniyê, armanca sereke ya çekdarên DAIŞê tenê pûçkirina kameraya termal bûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 67 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:01