Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

6 Cotmeh 2026 - 11:09
6 Cotmeh 2026 - 11:09
 0
Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Cotmehê bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû welatiyên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê kir û hêvî xwast ku cejneke aram û tijî asûdeyî derbas bikin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Cemayê li tevahiya welatiyên me yên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê bin pîroz dikim. Hêvîdar im cejnek aram û tenahî derbas bikin û hemû cejn û helkeftên bên bi xêr û xweşiyê pîroz bikin.

Dîsa hemû welatiyên me yên Êzdî û tevahiya pêkhatên Kurdistanê piştrast dikim ku wek herdem em ê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan dê her wek war û welatê pêkvejiyana aştiyane bimîne.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

06.10.2026

 

Ev nûçe bi tevahî 74 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:08:39