Li Kampa Holê jinek hat kuştin

Di nav Kampa Holê ya li bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê termê jineke kuştî hate dîtin.

20 Gulan 2022 - 08:06
20 Gulan 2022 - 08:06
 0
Li Kampa Holê jinek hat kuştin

Di nav Kampa Holê ya li bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê termê jineke kuştî hate dîtin.

Li gor çavkaniyên ewlekariya Rêveberiya Xweser, duh 19ê Gulanê, di kanalîzasyoneke kampa Holê ya malbatên DAIŞê li bajarê Hesekê termê jinekê hat dîtin.

Li gor agahiyan, gule li serê wê hatiye xistin û nasnameye wê ne diyar e.

1ê Gulana 2022an, Asayîşa Kampa Holê termê koçberekî Iraqî di nav kampê de dîtibû. Sala borî jî 126 kes di wê kampê de hatibûn kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:35:54