Swêd derbarê PKK'e de daxûyanî da

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku helwesta welatê wê ya di derbarê PKKê de nehatiye guhertin.

20 Gulan 2022 - 08:43
20 Gulan 2022 - 08:43
 0
Swêd derbarê PKK'e de daxûyanî da

Îro Înê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wê ji ber "dezenformasyonan" neçar maye ku daxuyaniyekê bide.

Ann Linde di parvekirina xwe de got, “Ji ber dezenformasyonên berfireh ên li ser Swêd û PKKê, em dixwazin bînin bîra we ku piştî Tirkiyê, Hikûmeta Olof Palme yekemîn welat bû ku di 1984an de PKK xiste lîsteya rêxistinên terorê. Ev helwest nehatiye guhertin."

Ann Linde bi bîr xist ku ev biryar di serdema Hikûmeta Olof Palme de hatiye girtin û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji sala 2002an ve dema ku Anna Lindh wezîr bû li ser wê biryarê maye.

Tirkiye, Swêd û Fînlandê bi piştgirîkirina PKK û hêzên din ên wek YPGê tawanbar dike û bi wê hincetê diyar dike ku ew ne amade ne endamtiya her du welatan di NATOyê de qebûl bikin.

Ev nûçe bi tevahî 962 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:02:38