Li Kerkûkê efserekî polîsan li pêşiya mala xwe hat kuştin

Li Kerkûkê efserê polîs û Birêvebirê berê yê Navenda Polîsan a Erefeyê Zeyd Adil nîvroya doh di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

20 Berfanbar 2025 - 11:07
20 Berfanbar 2025 - 11:07
 0
Li Kerkûkê efserekî polîsan li pêşiya mala xwe hat kuştin

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şwanî doh ji ajansa Rûdawê re ragihand, Zeyd Adil Sebîh Cercîs li Taxa Erefeyê li nêzîkî mala xwe bi demançeyê gule lê hatiye reşandin û hatiye kuştin.

Çavkaniyekê ji  ragihand, 3 kesan ji nav otomobîlekê gule li Zeyd reşandine û 4 gule lê ketine.

Gule li stû û sînga Zeyd ketine û piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê miriye.

Zeyd Adil zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Beriya ku were kuştin, li Birêvebiriya Polîsan a Kerkûkê Birêvebirê Beşa Bicîkirina Têbîniyan a Wezîrê Karên Navxwe bû.

Polîsên Kerkûkê çûn cihê bûyerê û berdevkê wan got, "Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 45 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:51