Yapicioglu: Berî PKKyê jî Pirsgirêka Kurdan hebû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Amedê axivî û peyamên girîng dan.

20 Berfanbar 2025 - 11:08
20 Berfanbar 2025 - 11:08
 0
Yapicioglu: Berî PKKyê jî Pirsgirêka Kurdan hebû

Yapicioglu li ser pêvajoya çareseriyê got:

"Dema PKK tunebû jî Pirsgirêka Kurdan hebû.

Eger hûn meseleyê tenê bikin pirsgirêka tundiyê, pirsgirêka asayîşê yan jî pirsgirêka terorê, hûn çi dibêjin bibêjin; eger hûn daxînin vê astê û piştî çareserkirina vê eger hûn pirsgirêka esil çareser nekin mesele naqede.

Divê hûn her duyan ji hev cuda bikin."

Salvegera 13emîn a damezirandina HUDA PARê li Amedê li Salona Konferansan a Selahedînê Eyûbî bi bernameyekê hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu di bernameyê de li ser rojevê axivî.

Yapicioglu di axaftina xwe ya nêzîkî saetekê de, bi piranî qala pêvajoya çareseriyê ya nû kir û ragihand ku ew rapora partiya xwe amade dikin da ku pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bikin.

Yapicioglu diyar kir ku komîsyonê di encama 19 civînan de biryar daye ku her partiyek raporekê amade bike û pişt re ev rapor bên yekkirin û da zanîn:

"Daxwaz û hêviya Birêz Serokê Parlamentoyê ew e ku raporeke hevbeş derkeve ku hemû partî karibin îmzeya xwe biavêjin binî.

Lê wekî hûn dizanin hinek partiyan raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

Dema mirov li naveroka van raporan dinêre tê dîtin ku amadekirina raporeke hevbeş ne gelekî hêsan e.

Daxwazên ku gelekî ji hev dûr in, pênase û tarîfên ji hev cuda nîşan didin ku karê me zehmet e û derxistina raporeke hevbeş hema bêje ne pêkan e.

Lê em dibêjin bi îzna Xwedê eger HUDA PAR hebe hewce nake ku panîk çêbibe.

Me jî rapora xwe amade kir. Raporeke nêzîkî 50 rûpelî ye ku ji du beşên sereke, destpêk û kurteyekê pêk tê.

Ne tenê rapor, me di heman demê de pêşniyaryasayek jî amade kir.

Me ev pêşniyaryasaya xwe ji hemû partiyên ku di komîsyonê de tên temsîlkirin re, bi taybetî jî yên ku koma wan heye re vegot."

"Pirsgirêka Kurdan ev zêdetirî 100 sal in heye"

Yapicioglu qala pêvajoya salên 2013-2015an kir û got:

"Di wê demê de pêvajoyek hebû ku jê re digotin pêvajoya çareseriyê û ew pêvajo xera bû.

Beriya ku ew pêvajo xera bibe me gelek caran got.

Me dengê xwe bilind kir, me bi dengê nizm got, me li qadan got, me li televizyonan got.

Me di civînên xwe yên kar de got, me li cihên ku me ziyaret dikirin got, me ji rayedarên ku em rastî wan dihatin re got.

Me got mekin. Ev rêya ku we girtiye ne rê ye. Ev rê we nabe wê hedefa ku hûn dixwazin.

Ji vê derê aştiyeke mayînde dernakeve. Tenê bêşeriyeke demkî ye.

Me got hûn nikarin ji vê derê çareseriyê hilberînin. Me nekarî bidin guhdarkirin.

Wê rojê bi etîketên cuda cuda em etîket kirin.

Lê îro ez bêyî ku nav bidim bûyerekê veguhêzim da ku baştir were fêhmkirin bê ez çi dibêjim.

Wê demê kesekî ku di meqamekî rayedar de bû, dema me ev hişyarî dikirin navê me dida û li dijî me hinek hevok bi kar dianîn.

Digot 'HUDA PAR ji ber ku di vê mesleyê de mixetab nayê girtin wisa diaxive'.

Di ser re 10 sal derbas bûn.

Ev zat, hat komîsyonê, yanî komîsyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin da ku tecrubeyên xwe yên wê demê veguhêze.

Ez li hevokên wî fikirîm. Heman tiştên ku me beriya 10 salan digotin bûn.

Ew hevokên me yên ku rexne dikir ha, heman tiştan ducare dike.

Pêşkêşî qediyan. Ez çûm cem vî hevalî, min silav da.

Min got: 'Hevokên ku te bi kar anîn ji min re gelekî nas hatin.' Ew bişirî.

Min ew dawetî xwarinê kir. Qebûl kir, em bi hev re çûn xwarinê.

Helbet min negot 'Te wê rojê em wisa rexne dikirin, niha tu ducare dikî'.

Lê em rûniştin, em li ser meseleyê axivîn.

Me hişyariyên xwe yên di dema borî de anîn bîra wî.

Got 'Serokê min tu mafdar î. Hûn mafdar bûn'.

Yek ji rexneyên me yên sereke yên wê demê ev bû.

Me digot: 'Yaw pirsgirêkeke Kurdan heye. Ev Pirsgirêka Kurdan ev zêdetirî 100 sal in heye'."

"Her duyan ji hev cuda bikin"

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku beriya PKKyê jî Pirsgirêka Kurdan hebû û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Eger hûn meseleyê tenê bikin pirsgirêka tundiyê, pirsgirêka asayîşê yan jî pirsgirêka terorê, hûn çi dibêjin bibêjin; eger hûn daxînin vê astê û piştî çareserkirina vê eger hûn pirsgirêka esil çareser nekin mesele naqede.

Divê hûn her duyan ji hev cuda bikin lê cuda nekirin. Wê demê cuda nekirin.

Niha dema em li daxuyaniyên rayedarên dewletê dinêrin dibêjin ku niyeta wan heye van her du tiştan bi xetên zelal ji hev cuda bikin.

Înşelah dîsa tevlîhev nekin. Eger tevlîhev nekin em dê meseleyê çareser bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:26