Li Kilîsê şerê malbatan: 10 kes birîndar bûn
Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 10 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, bûyer şevê din li Taxa Helvacioglu ya bajarê Kilîsê ji ber sedemeke ne diyar çêbûye û di navbera du malbatan de bi çekan şer derketiye.
Di pevçûna navbera herdu malbatan de 9 kes bi tifingê û kesek jî bi kêrê birîndar bûye.
Li gor zanyariyan, her 10 kesên birîndar di bûyerê de bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên polîs gihîştine cihê bûyerê û dest bi wergirtina tedbîran kirine.
Li gor zanyariyên dawî, polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Nûvekirina herî dawî: 03:02:13