Li Kobaniyê êrîşa esmanî

Dronekê cihek li başûrê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

12 Hezîran 2023 - 08:32
12 Hezîran 2023 - 08:32
 0
Li Kobaniyê êrîşa esmanî

Li gor zanyariyan, êrîş îro derdora saet 11:00an li başûrê bajarê Kobanî û li ser rêya Helebê pêk hatiye.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kiriye ku êrîş ji aliyê doneke Tirkiyê ve hatiye kirin p motosrîklêtek hatiye armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de birîndar hene.

Hêj ti aliyekî peywendîdar derbarê êrîşê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:59:38