Li Kurdistan'a Başûr partiyek nû...
Li Kurdistan'a Başûr partiyeke nû ya bi navê “Bereya Paşeroja Kurdistanê” tê avakirin û damezrênerê partiyê jî dibêje, ku ew dê bibin mûxalefeta rasteqîne. Çavkaniyên herêmî dan zanîn Kurdistanê partiyeke bi navê ‘Bereya Paşeroja Kurdistanê' hat avakirin û damezrênerê partiyê dibêje ew dê muxalefeteke rasteqîn bikin.

Nuçeya ku malpera Rûdaw'ê de cih digire, Tê gotin ku damezrênerê partiya Bereya Pajeroja Kurdistanê Semed Xoşnav ji Rûdawê re ragihand: “Li gel hejmareke kesayetiyan me ve partî damezrand. Emê li Kurdistanê bibib mûxalefeta rasteqîne.”
Bi gotina Semed Xoşnav, ew berî endamê Ofîsa Pêwendiyên Nîştîmanî ya PDKê bûye û ev 8 meh in dest ji karê xwe kişandiye.
Xoşnav got ku hejmareke kadroyên aliyên din jî li gel wî di nava vê partiyê de ne û herwiha karoyên serbazî jî li gel wan in.
Damezrênerê partiya Bereya Pajeroja Kurdistanê da zanîn, ku dê beşdarî hilbijartinên dema pêş ên Parlamentoya Kurdistanê bibin.
Nûvekirina herî dawî: 00:18:42