Li Mêrdînê agir bi malekê ket: 2 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket, 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

2 Sibat 2026 - 12:30
2 Sibat 2026 - 12:30
 0
Li Mêrdînê agir bi malekê ket: 2 mirî, 2 birîndar

Li gundê Heremhedadê yê Qoserê îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi mala malbata Kuzuyan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin, lê di encama agir de Hamît Kuzu û Azîze Kuzu canê xwe ji dest da û Huseyin Kuzu û Ahmet Kuzu jî bi giranî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê Huseyin Kuzu û Ahmet Kuzu birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya her du birîndaran giran e.

Li ser bûyerê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 38 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:01