Li Mêrsînê 8 HDP'yî û endamekî CHP'ê hatin binçavkirin

Li bajarê Mêrsînê 8 endam û rêveberên HDPê û endamekî CHPê hatin binçavkirin.

14 Berfanbar 2022 - 06:44
14 Berfanbar 2022 - 06:44
 0
Li Mêrsînê 8 HDP'yî û endamekî CHP'ê hatin binçavkirin

Hat ragihandin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ji bi hinceta lêpirsînekê, fermana binçavkirina 12 kesan daye.

Li ser vê fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê îro danê sibê li bajarokên Akdenîzê û Toroslarê hêzên asayîşê avêtin ser gelek malan û 9 kes binçav kirin.

Hat zanîn, 8 endam û rêveberên HDPê û endamekî CHPê hatine binçavkirin.

Kesên tên binçavkirin, bi bangeşekirina PKKê tên tohmetbarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 555 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:14