Li mizgeftên Karkamişê hişyariya operasyona ser Rojavayê Kurdistanê
Li navçeya Gilgameşê ser bi parêzgeha Dîlokê , ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye ji mizgeftan bang hat kirin ku dê dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon destpê bike.
Li navçeya Gilgameşê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye ji mizgeftan bang hat kirin ku dê dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon destpê bike.
Li navçeya Gilgameşê ji mizgeftekê, bang li welatiyan hat kirin û hat gotin: “Demek şûn de artêşa leheng a Tirk li dijî PKKê dest bi operasyonê dike. Bila kesek netirse, bila kesek ji mal dernekeve, baldar bin û tedbîra xwe werbigrin.”
Banga ji mizgeftê ji aliyê welatiyan ve hat tomarkirin û li ser sosyal medyayê hat belavkirin.
Piştî belavbûna dîmenan Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li ser sosyal medyayê ragihand, “Rewşeke awarte nîne û ji bilî rotînî tiştekî din nîne. Derbarê fermanberên bang kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Şaredarê Gilgamêşê (Karkamiş) Alî Dogan derbarê mijarê de li ser twîtterê peyamek belav kiriye û têde gotiye, "Dengên ku li Karkamişê tên bihîstin netirsin, destwerdana kontrolkirî ya hêzên me yên ewlehiyê ye."
Doh 16ê Tebaxê Tirkiyê di serî de Kobanî gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û xaleke Artêşa Sûriyê li nêzîkê sînor bombebaran kir. Li navçeya Bîracikê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê jî qereqoleke Tirkiyê armanc hatibû girtin û leşkerek hatibû kuştin û 4 leşker birîndar bûn. Herwiha li navçeya Gilgameşê jî 4 top li erdê ketibûn.