Li navçeyeke Wanê erdhej çêbû

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro Duşembê 5ê Îlona 2022an bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû

5 Îlon 2022 - 08:51
5 Îlon 2022 - 08:51
 0
Li navçeyeke Wanê erdhej çêbû

Li gor agahiyên ku ji aliyê Navenda Lêkolîna Erdhejan Rasedxaneya Kandilli ve hatine belavkirin, erdhej li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê çê bûye.

Resedxaneya Kandiliyê ragihandiye, erdhej demjimêr 11:49 bi hêza 4.1 pileyên Rîxterê û di kûrahiya 5 kîlometran bin erdê de çêbûye.

Lê heta niha derbarê bandor û ziyanên erdhejê de ti agahî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:03:45