Lîstikvanê Kurd Mêrxas Doskî di Lîga Çekyayê de gola herî zû avêt

Lîstikvanê Kurd ê tîma Slovácko, Mêrxas Doskî di Lîga Çekyayê de gola herî zû avêt ku piştî lîstikê dest pê kir di çirkeya 13an de golek avêt.

5 Îlon 2022 - 08:54
5 Îlon 2022 - 08:54
 0

Di xula heftemîn a Lîga Çekyayê de tîmên Slovácko û Slavia Praha hatine hemberî hev. Piştî ku lîstikê dest pê kir di çirkeya 13an de Mêrxas Doskî yek ji golên herî zû yên cîhanê û gola herî zû ya xula heftemîn a Lîga Çekyayê avêt.

Di xuleka 70emîn de jî ji tîma Slavia Praha, Lucas Provod ji penaltiyê golek avêt.

Tîma Mêrxas, Slovácko niha bi 9 puanan di rêza heştemîn a tabloya lîgê de ye ku di vê werzê de 2 serkeftin, 3 wekhev û 2 şikestin ji heft lîstikan pêk anîn.

Mêrxas Xazî Doskî futbolîstekî Kurd ê ji Zaxoyê ye lê li Hannover a Almanyayê ji dayik bûye, ew li baskê çepê dilîze û ji 10 saliya xwe ve futbolê dilîze. Di tîmên wek Egstroff, Hesseler, MTV Eintracht Kale yên Almanyayê û Walker Innsbruck a Awusturyayê de lîstiye.

Lîstikvanê Kurd berî çend mehan di tîma Slovácko de dest pê kir û weke lîstikvanê sereke tê dîtin

Ev nûçe bi tevahî 824 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:41:50