Li nêzîkî balafirgeheke leşkerî ya li Sûriyeyê teqîn, 5 kes mirin

Li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya T4ê di encama teqîna mayînekê de 5 kes mirin.

4 Tîrmeh 2026 - 10:11
4 Tîrmeh 2026 - 10:11
 0
Li nêzîkî balafirgeheke leşkerî ya li Sûriyeyê teqîn, 5 kes mirin

Televîzyona dewletê ya El-Îxbariyeyê ragihand ku tîmên teknîk ên ku li herêmê lêgerîn dikir, li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya T4ê rastî termên 5 kesan hatine.

Bi rêyên neyasayî ketine herêmê

Li gorî agahiyên pêşî, hat destnîşankirin ku ew kes berî çend rojan bi rêyên neyasayî ketine herêma li derdora balafirgehê.

Hat eşkerekirin ku piştî ketina wan a herêmê, mayîn bi wan de teqiyaye û ew mirine.

Di nûçeyê de li ser nasnameyên wan kesan ti agahî nehatin dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:11:59