Li nêzîkî Hewlêrê bi 3 dronan êrişî baregeheke PAKê hat kirin

Endamekî Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku baregeheke wan a li nêzîkî herêma Dareşekranê bi 3 dronan hatiye bombebarankirin.

24 Avrêl 2026 - 10:56
24 Avrêl 2026 - 10:56
 0
Li nêzîkî Hewlêrê bi 3 dronan êrişî baregeheke PAKê hat kirin

Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê Edîb Xalid ji ajansa Rûdawê diyar kir ku pêleke êrişa bi dronan li baregeha Çemşar a Artêşa Milî ya Kurdistanê hatiye kirin.

Ev baregeh li nêzîkî Dareşekranê, li herêma Ziraretî ya Hewlêrê ye.

Li gorî daxuyaniya Edîb Xalid êrişê saet 22:45ê dest pê kiriye.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê (saet 11:40), ew baregeha Artêşa Milî ya Kurdistanê rastî êrişên bi dronan dihat.

Heta niha zanyariyên hûr li ser zererên êrişê nehatine belavkirin.

Du dronên din ketin xwarê

Her îşev 2 dronên din li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê.

Çavkaniyekî ji Îdareya Nahiyeya Basirmeyê ya parêzgeha Hewlêrê ji Rûdawê re got ku îro saet 19:20ê dronek li nêzîkî gundê Babe Jîskê yê nahiyeyê ketiye xwarê.

Wê çavkaniyê da zanîn ku ti zererên canî çênebûye.

Hevdem droneke din jî li nahiyeya Rizgariyê ya qezaya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê.

Hat destnîşankirin ku ketina wê dronê jî nebûye sedema ti zereran.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:13