Li Nisêbînê otomobîlek wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê otomobîlek wergeriya û 5 kes birîndar bûn.

29 Tebax 2023 - 10:06
29 Tebax 2023 - 10:06
 0
Li Nisêbînê otomobîlek wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Li nêzîkî gundê Arbetê yê Nisêbînê, otomobîla ku Sabrî A. diajot wergeriya.

Di encama qezayê de 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji otomobîlê derxistin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Derbarê rewşa birîndaran ti agahî nehatine dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 873 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:40:44