Li Qeyseriyê otobusa Mûşê wergeriya: 38 birîndar

Li navçeya Pinarbaşiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê, şeva borî otobusa rêwiyan wergeriya.

24 Cotmeh 2023 - 05:16
24 Cotmeh 2023 - 05:16
 0
Li Qeyseriyê otobusa Mûşê wergeriya: 38 birîndar

Li navçeya Pinarbaşiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê, şeva borî otobusa rêwiyan wergeriya.

Di encama vê qezayê de 38 kes birîndar bûn.

Ev otobus ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê diçû parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastina sivîlan camên otobusê şikandin û rêwiyên ku di otobusê asê mabûn derxistin.

Tîmên tenduristiyê 38 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Qeyseriyê.

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:21