Li Silêmaniyê endamekî Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê rastî êrîşa çekdarî hat

Îro danê sibê li bajarê Silêmaniyê, endamekî Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê, li ber avahiya rêxistinê rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.

9 Hezîran 2023 - 08:27
9 Hezîran 2023 - 08:27
 0
Li Silêmaniyê endamekî Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê rastî êrîşa çekdarî hat

Ew kesê teqe lê hatiye kirin, di dema derketina ji avahiya rêxistinê de ji aliyê çend kesên nenas ve rastî êrîşa çekdarî hatiye û du gulle lê ketine.

Piştî teqeyan, demildest ji aliyê endamên rêxistinê ve ku hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne, birîndar bo Nexweşxaneya Şar hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Kurdistan24ê, rewşa tendirustiya birîndar necîgir e û niha di neştergeriyê de ye.

Çavkaniyekî ewlehiya Silêmaniyê ji Kurdistan24ê re ragihand, lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye û hemû tomarên kamerayên li nêzîkî avahiya rêxistinê hatine komkirin, lê belê heta niha kes nehatiye desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 727 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:13