Li Şingalê êriş: Birîndar hene

Droneke Tirkiyeyê li bajarokê Sinûnê yê Şingalê wesayîtek bombebaran kir.

14 Mijdar 2023 - 05:27
14 Mijdar 2023 - 05:27
 0
Li Şingalê êriş: Birîndar hene

Li gorî nûçeya ANHAyê di vê êrişê de 3 kes birîndar bûn.

Her sê birîndar rakirine nexweşxaneya Sinûnê.

Tê payîn ku hêzên ewlehiyê yên Şingalê li ser bûyerê daxuyaniyekê bidin.

Hêzên Tirkiyeyê di demên dawiyê de êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiye gelek caran bi dronan otomobîlan dike hedef.

Ev nûçe bi tevahî 485 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:57:38