Li Şingalê qeza: 8 Kurdên Êzidî canê xwe ji dest da

Li Şingalê qezayeke trafîkê çêbû, 8 kesan canê xwe ji dest da ku hemû jî Kurdên Êzidî bûn.

19 Tebax 2024 - 07:58
19 Tebax 2024 - 07:58
 0
Li Şingalê qeza: 8 Kurdên Êzidî canê xwe ji dest da

Qezayê doh êvarî li ser rêya Şingal û Teleferê rû da.

Birevebirê Saziya Koç û Koçberan a Dihokê Pîrdeyan Cefer ji ajansa Rûdawê re got ku otomobîlekê û barhilgirekê li hev xistiye.

Li gorî agahiyên ku Pîrdeyan Cefer dane 2 ji wan xelkê Til Uzêrê, ajokar jî ji Xanesorê ye û herwiha 2 ji wan jin in.

Pîrdeyan Cefer diyar kir ku ajokarê barhilgirê jî birîndar bûye.

Li hêla din, her 8 cenaze birine Saziya Bijîşkiya Dadî ya Mûsilê

 

Ev nûçe bi tevahî 622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:25:02