Li Stenbolê êriş: Kesek hat kuştin, 2 birîndar hene

Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê bi çekan êrişî otomobîlê hat kirin, kesek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.

19 Tebax 2024 - 07:59
19 Tebax 2024 - 07:59
 0
Li Stenbolê êriş: Kesek hat kuştin, 2 birîndar hene

Li gorî agahiyan, bûyerê li Taxa Hamidiyeyê rû da.

Kesek an jî hinek kesên ku nasnameyên wan hîn ne diyar in bi çekan êrişî otomobîla bi plakaya “34 FDN 313” kir ku li kêleka rê rawestiyabû.

Di vê êrişê de kesekî ji Filistînê hat kuştin, 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 662 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:21:51