Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer destpê kir

Hat ragehandin li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer di navbera hêzên leşkerî yên herdu dewletan de destpê kiriye. Herdu alî jî hevdu tewanbar dikin.

13 Îlon 2022 - 06:53
13 Îlon 2022 - 06:53
 0
Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer destpê kir

Îro 13.09.2022yê Wezareta Berevaniya Azerbeycanê ragehand, di encama zêdegavî û tehrîkên Ermenîstanê de li sînor şer destpê kiriye. Wezareta Berevaniya Azerbeycanê derbarê îdayên ku cîhên sivîl û jêrxana Ermenîstanê kirine armanc jî red kir.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan jî li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyekî telefonî pêkanî.

Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê di navbera hêzên leşkerî yên herdu welatan de pevçûnên tund derketin û tê gotin piştî şerê duyem ê Karabaxê ev şer di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de şerê herî mezin e.

Wezareta Berevaniya Azerbeycanê ragehand, artêşa Ermenîstanê duh bi şev ber bi navçeyên Daşkesen, Kelbejêr û Laçînê ve hewldanên provakatîf ango tehrîkê pêkanîne.

Wezareta Berevaniya Azerbeycnaê got, hêzên çekdarên Ermenîstanê bi hin gruban ve di navbera çeperên artêşa Azerbeycanê de mîn danîne û dema yekîneyên Azerbeycanê jî hewl daye pêşî li wan bigre pevçûn destpê kirine.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyekî telefonî pêkanî.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Ermenîstanê Paşînyan li gel herdu serokan bi telefonê rewşa pevçûnên dawî gotûbêj kiriye û derbarê rewşê de jî nîgeraniyên xwe aniye ziman. Serokomarê Fransayê Macron jî ragehandiye, nabe tengezarî zêde bibe û divê rewş bê aram kirin.

Herwaha çapemeniya Ermenîstanê jî ragehand, Paşînyan bi şev Konseya Ewlehiyê li avahiya hikûmetê kom kiriye û civînek pêkanîne.

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken jî ragehand: ‘’Amerîka, li hember cîhên sivîl û êrîşên li ser jêrxana Ermenîstanê pêktên jî di nav de, ji wan nûçeyên pevçûnên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê nîgeran û bifikar e. Wek demekî dirêje em dibêjin çareserî bi rêya leşkeri nabe. Em bang dikin divê her cure pevçûnên leşkerî dawî bibe.’’

Ev nûçe bi tevahî 796 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:36:05