Li Şirnexê hinek herêm 15 rojan hatin qedexekirin

Li hinek herêmên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 15 roj qedexe hat ragihandin.

14 Cotmeh 2024 - 07:08
14 Cotmeh 2024 - 07:08
 0
Li Şirnexê hinek herêm 15 rojan hatin qedexekirin

Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 14ê Çiriya Pêşîn 28ê Çiriya Pêşînê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî

Çiya û deverên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.”

Parêzgariyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê re gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan deran diçêrîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 588 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:09:35