Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek girtiyan efû derxist
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara berdana 17 girtiyên nexweş da.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî biryar da ku Teqteq jî bîbe navçeya parêzgeha Hewlêrê.
Nêçîrvan Barzanî biryarên hejmara 335 û 336 derxistin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser biryarên Nêçîrvan Barzanî wiha got:
“Li gorî fermanê 17 girtiyên ku cezayên wan mane û rewşa wan a tenduristiyê ne baş e dê bi biryar Serokê Herêma Kurdistanê bên berdan.
Ev biryar di encama pêşniyaza berê ya Serokê Herêma Kurdistanê, Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteya hevbeş a di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezaretên pêwendîdar û Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê de hatiye standin.
Komîteyê li ser rewşa wan mehkûman lêkolîn kiriye û tesbît kiriye ku tevî cezayên wan ên dirêj ti metirsiya wan nemaye û êdî dikarin careke din tevlî civakê bibin û komîteyê jî pêşniyaza berdana wan kiriye."
Ji aliyê din ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara hejmara 335 derxist û li gorî wê biryarê nahiyeya Teqteqê jî dibe navçe û dê li ser parêzgeha Hewlêrê be.
Nûvekirina herî dawî: 07:12:36