Li Sîstan û Belûçistanê şer: 3 pasdarên Îranê hatin kuştin

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li herêmên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di pevçûneke çekdarî de 3 endamên wan hatine kuştin.

11 Berfanbar 2025 - 11:28
11 Berfanbar 2025 - 11:28
 0
Li Sîstan û Belûçistanê şer: 3 pasdarên Îranê hatin kuştin

Biryargeha Qudsê ya Hêzên Bejahî ya Supaya Pasdaran îro li ser pevçûnê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, îro li herêma sînorî ya Larê ya bajarê Zahîdan yê navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hejmarek çekdarên dijberên Komara Îslamî ya Îranê êrişî hêzên wan kiriye û şer derketiye.

Biryargeha Qudsê ya Hêzên Bejahî ya Supaya Pasdaran da zanîn ku di pevçûnê de 3 pasdar hatine kuştin.

Heta niha ti kom an alî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Koma Sunî a bi navê Ceyşul Adil ku komeke çekdar a Belûçan e li Îranê, heta niha gelek caran li herêmên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê êrişî baregehên polîs û hêzên ewlehiyê kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:09