Li Stenbolê qedexe hat ragihandin
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku li navçeyên Beşîktaş, Beyoglu, Eyupsultan, Kagithane, Sariyer û Şîşliyê her cure çalakî û xwenîşandan 3 rojan hatine qedexekirin.

Piştî ku dadgehê qeyûm tayînî Serokatiya Şaxa Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) kir, heyeta demkî ya bi serokatiya Gursel Tekîn hat wezîfedarkirin.
Ji ber ku Gursel Tekîn ev biryara dadgehê qebûl kir, di nav CHPyê de krîz derket û du endamên heyetê jê vekişiyan.
Gursel Tekîn jî ragihand ku ew dê îro biçe avahiya Serokatiya Şaxa CHPyê ya Stenbolê.
Rêveberiya Navendî ya CHPyê jî daxuyand ku ew dê destûrê nedin Gursel Tekîn bikeve avahiya şaxa bajêr.
3 roj qedexe
Piştî kûrbûna krîzê, Parêzgariya Stenbolê li 6 navçeyan çalakî û xwenîşandan qedexe kirin û doh êvarê gelek polîsan avahiya CHPyê ya Stenbolê dorpêç kir.
Parêzgariya Stenbolê di biryara xwe ya qedexeyê de wiha got: “Li navçeyên Beşîktaş, Beyoglu, Eyupsultan, Kagithane, Sariyer û Şîşliyê her cure mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê, civînên vekirî, meş û xwenîşandan, vedana konan, vekirina standan, çalakiyên rûniştinê, kampanyayên îmzeyan, merasîmên bîranînê û çalakiyên bi vî rengî, her wiha belavkirina daxuyaniyan û daleqandina pankart û afîşan, ji roja Yekşemê 07.09.2025an saet 20:00î heta roja Çarşemê 10.09.2025an saet 23:59an hatine qedexekirin.”
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku biryara qedexeyê ji bo rêlibergirtina li hemberî astengkirina karê heyeta qeyûm hatiye dayîn.
Davut Gul diyar kir ku Heyeta Demkî ya ji aliyê dadgehê ve hatiye wezîfedarkirin, xwedî hemû desthilatên Serokê Şaxa Bajêr û Lijneyên Rêveberî û Dîsîplînê ye û astengkirina karê wan dê bibe sedema cezayên hiqûqî.
“Avahiya me mala gel e”
Serokê Şaxa CHPyê ya Stenbolê yê ku bi biryara dadgehê ji kar hatiye dûrxistin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da Parêzgarê Stenbolê û got:
“Avahiya Rêxistina me ya Partiya Gel a Komarî (CHP) a Stenbolê mala gel e. Hatina endamên CHPyê ya avahiya partiyê ne xwenîşandan, meş an jî çalakî ye.
Ev yek qet ne sûc e, tewr maf û erkê wan ê herî xwezayî ye. Astengkirina hatina endamên me a mala wan, bi xwe sûc e.”
Tê çaverêkirin ku Gursel Tekîn û heyeta pê re ya ku wekî qeyûm hatiye wezîfedarkirin vê sibehê de biçin avahiya CHPyê ya Stenbolê.
CHPyê jî bangî endam û alîgirên xwe kir ku rê nedin heyeta qeyûm bikeve avahiya partiyê.
Nûvekirina herî dawî: 16:45:16