Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî: Mafê bi milyonan xwendekarên Kurd tê binpêkirin

Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî bi destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re, daxuyaniyek belav kir,

8 Îlon 2025 - 10:21
8 Îlon 2025 - 10:21
 0
Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî: Mafê bi milyonan xwendekarên Kurd tê binpêkirin

Înîsiyatîvê bal kişand ser binpêkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê yê bi milyonan xwendekarên Kurd.

Înîsiyatîfê her wiha destnîşan kir ku mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin û dersên hilbijartî jî bi awayekî sembolîk mane.

Sibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema yekem a sala nû ya perwerdehiyê ya 2025-2026an dest pê dike.

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi vê boneyê daxuyaniyek weşand û pîrozbahî li xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine kir û ji bo hemû xwendekaran serkeftin xwest.

"Binpêkirina mafekî bingehîn"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî destpêkirina sala nû jî, wekî her sal bi milyonan xwendekarên Kurd ji mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar dimînin.

Înîsiyatîvê ev rewş wekî binpêkirina mafekî bingehîn pênase kir û got:

"Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê her zarokekî/ê yê bingehîn e. Ev mafê ku rasterast bandorê li nasname, çand û serkeftina akademîk a zarokan dike, bi salan e tê binpêkirin.

Binpêkirin û nenaskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê wendakirinek pedagojîk e, her wiha îxlalkirina mafên çandî ye."

"Mamoste hene lê nayên tayînkirin"

Înîsiyatîvê diyar kir ku mamosteyên ji beşên Ziman û Edebiyata Kurdî derçûne bi salan e li benda tayînkirinê ne û ji ber vê yekê dersên hilbijartî yên Kurdî yên li dibistanan bi awayekî pratîkî nayên dayîn.

Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê wiha hat gotin,"Dersên ku li ser navê dersên hilbijartî li dibistanan hatine vekirin ji ber ku mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin, di rastiyê de nayên dayîn.

Ev yek nîşan dide ku dersên bi zimanê dayîkê bi awayekî sembolîk di forman de cîh digirin."

Daxwazên Înîsiyatîvê: Sê gavên lezgîn

Înisiyatîva Mamosteyên Kurdî di dawiya daxuyaniyê de, careke din bangî rayedaran kir û ji bo civakeke demokratîk û paşeroja zarokên Kurd ev sê daxwazên lezgîn rêz kirin:

• Divê li dersên hilbijartî yên Kurdî xwedî were derketin.

• Divê zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin.

• Divê mamosteyên Kurdî bi lez bên tayînkirin.

• Înisiyatîvê ji raya giştî jî xwest ku piştgiriyê bidin van daxwazên rewa û xwedî lê derkevin.

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:58