Li Tirkiyê ji bo zirarmendên erdehjê 115 milyar lîre hate berhevkirin

Li Tirkiyê ji bo zirarmendên erdehjê, 115 milyar lîre ku dike zêdetir 6 milyar dolar hate berhevkirin.

16 Sibat 2023 - 04:20
16 Sibat 2023 - 04:20
 0
Li Tirkiyê ji bo zirarmendên erdehjê 115 milyar lîre hate berhevkirin

Li heşt televîzyonên sereke yên Tirkiyê şeva Çarşemê ji bo zirarmendên erdejên Mereşê alîkarî hatin berhevkirin.

Ji welatiyan heta karsaz û bazirganan, 115 milyar lîre ku dike zêdetir 6 milyar dolar pere hate berhevkirin.

Hefteya borî Banka Cîhanî jî ragihandibû ku ew ê bi nêzikî 2 milyar dolar alîkariyê bi zirarmendên erdhejê re bike.

Piştî erdhejê Wezareta Darayî ya Tirkiyê jî ji 100 milyar lîre ango zêdetir ji 5 milyar dolar pere terxan kiribû.

Li gor pêşbiniya Konfederasyona Kompanî û Karsazên Tirk (TURKONFED), zirara aborî ya erdhejê, dê 84 milyar dolar be.

Ev nûçe bi tevahî 602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:25:17