Li Wanê bo 2 rojan qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve bo 2 rojan hatin qedexekirin.

5 Tebax 2023 - 07:38
5 Tebax 2023 - 07:38
 0
Li Wanê bo 2 rojan qedexe hat ragihandin

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku îro û sibe meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê diyar kir ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin. Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:36:48