Şanda Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike

Şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike û hejmarek hevdîtin û civîn ligel partî û aliyên siyasî yên Iraqê encam dide.

5 Tebax 2023 - 07:37
5 Tebax 2023 - 07:37
 0
Şanda Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike

Şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike û hejmarek hevdîtin û civîn ligel partî û aliyên siyasî yên Iraqê encam dide.

Îro Şemiyê 5ê Tebaxa 2023an, jêderekî ji Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji K24ê re ragihand, sibe Yekşemê, şandeke bilind a Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike û ligel aliyên nav Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê û hejmarek aliyên din ên siyasî yên Iraqê dicive.

Li gor heman jêderê K24ê, şanda Polîtburoya PDKê, mijara cîbicîkirina karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya Iraqê, amadekirina projeyasaya petrol û gaz û hejmarek mijarên din ligel aliyan gotûbêj dike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serokatiya şandê dike û her yek ji Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Piştîwan Sadiq, Fuad Husên û hejmarek endamên din ên polîtburoyê serdana Bexdayê dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1054 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:31:36