Mazlûm Kobanî: Em îdiayên derbarê teqîna Stenbolê de red dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Kobanî derbarê teqîna li Stenbolê de daxuyanî da û ragihand, ti pêwendiya wan bi teqîna Stenbolê re nîne.

14 Mijdar 2022 - 10:31
14 Mijdar 2022 - 10:31
 0
Mazlûm Kobanî: Em îdiayên derbarê teqîna Stenbolê de red dikin

Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî di twîttekê de ragihand, “Em tekez dikin ku ti pêwendiya hêzên me bi teqîna Stenbolê re nîne û em îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin.”

Di berdevamiya parveyê xwe de Mazlûm Kobanî herwiha dibêje, “Em ji malbatên windayan û gelê Tirk re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Ev nûçe bi tevahî 605 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:50:24