Mesrûr Barzanî: Armanca me avakirina jêrxaneke modern û peydakirina derfetên nû yên kar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî vekirina 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pîşesazî û Avakirinê li Hewlêrê ragihand, armanca me avakirina jêrxaneke modern û peydakirina derfetên nû yên kar e.

14 Mijdar 2023 - 16:33
14 Mijdar 2023 - 16:33
 0
Mesrûr Barzanî: Armanca me avakirina jêrxaneke modern û peydakirina derfetên nû yên kar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdarê li tora civakî ya “X” ragihand, di sê rojên bê de zêdetirî 200 kompanyayên ji 10 welatan, dê li Hewlêrê kom bibin û li ser derfetên di warên pîşesazî, avakirin û veguhestinê de gotûbêjan bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Karê me yê pêşîne, avakirina jêrxaneke modern û peydakirina derfetên nû yên kar e.”

Pêşangeha Navdewletî ya Bazirganî ya Pîşesazî û Avakirinê dê sê rojan berdewam bike û her roj dê ji demjimêr 11.00 heta 19.00 vekirî be.

Pêşangeha Bazirganiya Navdewletî ya Pîşesazî û Avakirinê, ku girêdayî keresteyên avakirinê, kareba, sîstema sarkirinê û germkirinê ye, bi pişkdariya 12 kompaniyên avahiyan û navxwe tê kirin. Di nav wan de 178 kompanî biyanî ne ku ji 10 welatên cuda cuda hatine, wekî Tikriye, Îran, Hindistan, Çîn, Îtalya, Îmarat, Lîtwanya û Azerbaycanê. Herwesa 36 kompaniyên navxweyî jî li ser astê Îraqê û Herêma Kurdistanê pişkdar in.

Danîna siyaseteke giştî ya bazirganî û pîşesazî ji bo bidestxistina geşepêdana aborî û civakî li Herêma Kurdistanê, armanca Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Li gorî daneyên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama Kabîneya Nehem de, 4423 kompanya hatine tomarkirin, ku 4289 kompanyayên navxweyî û 134 Kompanya biyanî ne.

Ev nûçe bi tevahî 529 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:40:19