Wezîrên partiya Halbûsî ji kabîneya Sûdanî vedikişin

Partiya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî piştî biryara Dadgeha Federalî, biryar da ku wezîrên xwe ji hikûmetê vekişîne.

14 Mijdar 2023 - 16:36
14 Mijdar 2023 - 16:36
 0
Wezîrên partiya Halbûsî ji kabîneya Sûdanî vedikişin

Partiya Teqedum di daxuyaniyekê de ragihand, piştî biryara Dadgeha Federalî ya bidawîkirina endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de, serkirdatiya wê partiyê û nûnerên wê civiyan û çend biryar dan.

Partiya Teqedum biryar da, civînên Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê boykot bike û hemû nûnerên wê yên di kabîneya hikûmetê de ne vekişîne.

Herwiha hemû nûnerên wê partiyê dê rûniştina parlamentoya Iraqê baykot bikin û hemû nûnerên partiyê jî dê dest ji serokatî û endamtiya komîteyên parlamentoyê berdin.

Biryara Dadgeha Federal ya bidawîkirina endamtiya Mihemed Helbûsî îro 14ê Mijdara 2023an hat derkirin, ew jî piştî giliyê ku ji aliyê endamê Parlamentoya Iraqê Leyth El-Dilêmî ve li dijî wî hatibû vekirin.

Helbûsî di yekem karvedan de, matmayîna xwe ji biryara Dadgeha Federalî nîşan da û got, hinek alî hewl didin pêkhateyên civakî yên Iraqê ji hev cuda bikin.

Herwiha Helbûsî tekez kir ku ew ê hemû tedbîrên destûrî û yasayî ji bo parastina mafên xwe yên destûrî werbigire û biryara Dadgeha Federalî wek rêznegirtina li destûrê binav kir.

Hevpeymaniya Siyada ya bi serokatiya Xemîs Xencer, hevpeymaniya her du partiyên Teqedum û Siyada ye û 63 kursiyên wê li parlamentoya Iraqê hene, herwiha Helbûsî ji aliyê wê hevpeymaniya Sunneyan ve jî weke Serokê parlamentoyê hatiye destnîşankirin.

Ev nûçe bi tevahî 845 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:27:36