Mesrûr Barzanî: Em bo çareserî diyalogê re amadene
Serokê Konseya Ewlekariya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, wek berî referandûmê em niha jî li gel Bexdayê jibo pêvajoya çareseriyê amadene, got.

Mesrûr Barzanî axaftina xwe ya ku li gel BBC'ê re kiriye, di derbarê pêvajoya referandûma Serxwebûna Kurdistanê û bi rêya diyalogê de çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de nirxandin kir.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: "Me çaverê dikir ku wan piştgiriya danûstandinên aştiyane di navbera me û Bexdayê de li pêşiya referandûmê û piştî wê kiriban, lê hikûmeta Iraqê û serokwezîr berî referandûmê gotibû ku ew ne niha û ne jî li paşerojê referandûma serxwebûna Kurdistanê qebul nakin. Weha kirin ku ti bijardeya din li pêşiya me nebe ji bilî ku em vegerin xelkê û bizanin ka wan çi dive."
Barzanîn di berdewamiya axaftina de got: "Me çaverê nedikir ku civaka navnetewî û Amerîka li dijî referandûma bibin, ew alî eger piştgiriya referandûmê nekin jî lê dikarin bê alî ban û serpiriştiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriban û bi rêyên aştiyane pirsgirêk çareser kiriban."
Barzanî berdevama axaftina xwe de dide zanîn ku wek beriya referandûmê aniha jî amadene ku li gel Bexdayê birunin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Nûvekirina herî dawî: 19:13:14