Putin: Pêwîst nake em çek ji kurdên rojava re bişînin!

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro 15.05.2017ê ragehand ku ne pêwîste Rûsya çek bide Kurdên Sûrîyê (rojava) ji ber ku jêderên din hene ku çek dişînin bo wan.

16 Gulan 2017 - 03:15
16 Gulan 2017 - 03:15
 0
Putin: Pêwîst nake em çek ji kurdên rojava re bişînin!

Herwaha got Moskow dê bi berdewamî peywendîya li gel Kurdên Sûrîyê bike û ragehand: “Wek hin welatên din, em şandina çekan ji hêzên Kurdan re ranagihînin û ez bawer nakim ku pêdivîyeke wiha hebe.’’

Putîn dîyar kir Kurd di şerê dijî DAIŞê de cîh digirin û loma jî kêrhatîne ku mirov bi Kurdan re peyvendîya karkirinê bidomîne, heta tenê bo pêşgirtina pevçûnên bê armanc jî.

Ev nûçe bi tevahî 2024 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:09:46