Mesrûr Barzanî Cejna Ekîto li Krîstiyanan pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Ekîto û Sersala nû ya Kildan, Aşûrî û Siryanan, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de got: "Ez Cejna Ekîto û Sersala nû li xwişk û birayên Kildan, Aşûrî û Siryan ên li Kurdistan û seranserê cîhanê pîroz dikim."
Cejna Ekîto yan jî Sersala nû ya Babîlî û Aşûrî, her sal di roja yekem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejn ji bo pêkhateya Krîstiyan wekî cejneke neteweyî tê dîtin û dîroka wê vedigere zêdetirî 5 hezar sal berî zayînê.
Krîstiyanên li Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê her sal bi kincên xwe yên neteweyî û bi şahiyên curbecur vê rojê pîroz dikin. Yek ji çalakiyên herî girîng ên vê cejnê "Meşa Binevşî" ye. Şahiyên Ekîtoyê bi giştî 12 rojan didomin û çalakiyên mîna geşt û seyranan jî li xwe digirin.
Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992an û vir ve, pêkhateya Krîstiyan li deverên cuda bi azadî cejnên xwe pîroz dikin. Bi taybetî li parêzgeha Dihokê, her sal bi amadebûneke mezin şahiyên Ekîtoyê tên lidarxistin.
Nûvekirina herî dawî: 13:25:26






































































































































































