Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bê avakirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Berçileyê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Sermed Xemîs Xencer kir.

23 Berfanbar 2025 - 14:54
23 Berfanbar 2025 - 14:54
 0
Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bê avakirin

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û hewildanên aliyên siyasî yên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin nirxandin.

Di berdewamiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku di proseya avakirina hikûmeta nû de divê prensîbên "hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê" bên parastin.

Herwiha hat destnîşankirin ku pêwîst e hikûmeta bê, bêyî ti cudahiyan xizmeta hemû pêkhateyan û hemû welatiyên Iraqê bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:37